Ana Sayfa › Şiirler › Taha Xelîl
✍️
ŞİİR

Taha Xelîl

Ehmed Huseynî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Taha Xelîl

Dê êvarek ji mijê
li me bipirse!!
Çavên berfê li ser devê riya te
qerimîn! !
Paytext û meyxane
şûnşopa kenê te ê koçerane
bi xwe dadikin
çûkên çiya ên şîrkî
sinbilên helbesta dilşkestî
bi nikulên Helebçeyê
ji xewna bêbinî radikin.
Nêzîk!!
Em ê di festîvala giryanê de bicivin
dê rexên te ji dara dilê min
biweşin! !
-Xwe ji sînga min bemede
Zîna baskokirî
bi tofana şîniyê nede
navê bajarê xwe,
derdê tirşokî
li ser dîwarê odeya min
raxîn!
Bavê Lorka
hêdî hêdî
ji reşka çavê Mizgîn
daxîn!
Nêzîk!!
Evara ji tûtinê
dê ji me bitirse!!

*Ji "Nav û Dabeşkirina Xewnên Hîroyê"
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.