Ana Sayfa › Şiirler › Pêşengeh
✍️
ŞİİR

Pêşengeh

Ehmedê Xursî
Duygusal👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Pêşengeh

(şeva sahî wênekêşe
û
her tabloyek derdekî dibêje)

Tabloya -1-
Xemrevîna min….
Navbera min û te
Berîka Zenûbya
û lingên wênî kevirî
û rê hîn jî dûre…
çemê Ferat
Pira daleqandî
şopa lingên Osman
û torinên wî
û rê hîn jî dûre

Yek libên beyaran
Zindan û Sînemeyên şewitî
Sikak û kolanên raketî
Mîna xewa dilberekê
Li hêviya ramîsana
şahekî hijde salî me
li hêviya ramîsana
Ji navbera ebriwên te.

Tabloya -2-
şevvv.. zîîîîze….
Wisa vingîn
Ji dû kerwanên sitêran
dirêje

Cih ne nase…
Mîna çîrokek gulgulî
Xewnan ew ne bînabû
Lê dibe ku
Xortên li paş sînoran
Bi çavan dîtibin
Jiber ku heçhecîk
û dîlekên telîfonan
Bi zaravê hev dizanin.

Tabloya -3-
Xewnên tenik…
Ramanên adîloşane
Ez dibêjim
Yan jî sermeya zivistanane
Havîn dibêje
Hinek dildar bijîjkê dilane…
Yar dibêje
-çima tu ne wisayî..?!!!

Kevok sipî çênî
Serbask bi xine
Neynûk dilop
Nikil dilme
Rewanên pêxemberane
Bihiştî dibêjin.
-çima tu ne wisayî..?!!!
şepolên Xabûr geriyan
Di bin meywan de westiyan
Meywak bi tenê qurmizî
Yên din windane biliyan…
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.