Ana Sayfa › Şiirler › Bang
✍️
ŞİİR

Bang

Evdirehîm Rehmî Hekarî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Bang

Hişyar bûm ez, dinya hemî kerr
Bi dengê melayî "Ellahu ekber"

"Ellahu ekber" dengê mînare
"Rabin" dibêjit, her wek hewarê

"Rabin" dibêjit, weqtê sibê ye
Sahibxebatan, şeytan li pê ye

Mexlûb nebin hûn ji destê leînî
Bona Xwedê ye, rabin bi çînî

Paqij bikin xwe ji kemê û qirêjê
Hazir bibin hem bona niwêjê

Hazir bibin û `efwa qusûran
Ku Xaliqê we, we d`xwazit dîwan

Wext teng e, lez kin, bigîhne mizgewt
Li pey melayî, her eoj nederkewt

Emrê Xwedê xwe em pêkve bînin
Ca xelq nebêjit "bêhiss û dîn in"

24 Çiriya Ewil 1414 (Li gora Bozarslanê tarîx xeletiya rêzkirinê ye û yê rast 1334/1918 ye.)
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.