Ana Sayfa › Şiirler › Dilo
✍️
ŞİİR

Dilo

Ezîz Xemcivîn
Sevgi👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Dilo

xurist xemgîn bûye
evîndar pişt daye demê.. ;
û kat li pelan dibûre…!!
Payîz e .. ;
tilûr koça xwe dikin ..
dilê bi rima demê birîndar;
dilê ko di derya
xemê de dîl bûye …
çi kenê pencerane
li halê wî tê …!!
Ê poşman
her tu dimînî dilo… !!
çiyayê bê hêz
li ber topên awiran,
çiyayê bê hêz
li bin ewrê gazinan,
ne xewê, ne xwarinê,
ne zimanekî raste rê ..,
û ne hevalekî dilşewat
tu dibînî….!! Dilo
payîz e ..,
evîndaro,
toz û babelîskên
li hêviyên te rabûne…
ketine gerdeneke tal,
ji rêka dirust, çûne
kaşkaşokên westandinê…!!
Xuyaye;
tu bûyî gayekî pîr ;
şivên zemanan
pişta hêza te kolane .. !!
û her xêzên te xwar mane ..
payîz e;
te cotê xwe berda,
tovê te çand,
heya niha
ev tovê pûç,
heya bi çivîkan lê daqûl nayê ..!!
xuyayî;
tu gelekî westiyayî ..?
lê eve dadgeha demê..
ê ket çima ..?
ê rabû hema ..?
stemkare .. stemkare ..
li rokê na nere…
li şevê na nere ..
ne roj, ne şev
kî dikare, bê ronî,
bê tarî bijî…?
ne sar lê tê,
ne germ lê tê,
eve dadgeha paş demê..
heger lat be;
gerek ji ber awirên
peyvan bişikesta…?
heger pola be,
gerek ji ber
pirsên perîşan bi hile…?
Payîze; na bûre ..
payîze;
berx û berandîr nêçîrin..!!
gur li newalan
bi şahî dizûre …!!
Dilo;
hîn hespê tevgera te
ne westiyaye…
tev ko tî bûye, birçî bûye
heger berê wî têkeve rojava..
û bihna dîlberê;
li ber pozê wî be
wê te bigehîne…!!
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.