Ana Sayfa › Şiirler › Fatereşkê
✍️
ŞİİR

Fatereşkê

Feratê Dengizî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Fatereşkê

Lê Fatfatokê Fatereşkê
Ka em herin ber bereşkê
Serxweş bibin b'bêhna eşqê
Diyarî ye dewê meşkê

Dew bê nîvişk nabe
Lîska zêrîn dizanî kab e
Ku mîr neyê kes ranabe
Biskên reşik her bela be

Bi vê belayê ez qayîl im
Ji çavên reş re milayîm im
Zordestiyê'r ezraîl im
Azadxwazê Fata Mîr im

Zerî Fatê bi belê tê
Sedan bela b'bayê reş tê
Ev dil jê re weke taştê
Rengzêrînê bi ser dil tê

Dil bihara kulîlkan e
Xewna şêrîn a dilan e
Dil giyanê pakrewan e
Xakbihar mitêla wan e

Ew mitêla xemilandî
Tev kulîlkên şewitandî
Gangilokên fetisandî
Stûxwar û hetikandî

Hetka neyar pir ecêb e
Jiyana zilmî erzan kêb e
Li lûtkeyan vîn ê zêr be
Zardeştê kal rêberê vê be

06.12.2012-Amed
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.