Ana Sayfa › Şiirler › Li Êşan Digerim
✍️
ŞİİR

Li Êşan Digerim

Feratê Dengizî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Li Êşan Digerim

Li êşan digerim
vê şeveqê
êşan didim hev
Dilê min Giyarê Maran

Bi tasika bafûn
dew vedixwim
Dewê bi nehne

Li derdan digerim li kolanên vî bajarî
derdan didim hev
dilê min Giyarê Maran...
Her dikele bi elem û jehrê!

Bi tasika bafûn
dew vedixwim
Dewê bi rexne

Êş har dikelin
çima ji te hezbikim heyra
Tu di kozika neyar de
Herê guleyan bera min nadî
Lê wî xwedî dikî!

Bi tasika bafûn
dew vedixwim
Dewê bi lomê

10.09.2012-Amed
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.