Ana Sayfa › Şiirler › Welatêm Xweş e
✍️
ŞİİR

Welatêm Xweş e

Feratê Dengizî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Welatêm Xweş e

-Bi nerîna heval Elî li Amedê-
Pir hez dikim ji berbangên Amedê
Tew ku sirek bayê sibê yê Qerejdax jî hebe
Sibe bi rojê sor
Hêdî hêdî kuçe û sûk vedibe
Bi awaza mastfiroş û zarokên şêrînfiroş
Datlî..! Datlî..!
Dest pê dike bi zimanekî xerîb
şerê jiyanê
Bêhnik din dê vebin bazarên debdebe...

çayek sibehê û simîdek
Li Deriyê Mêrdîn yan jî li Deriyê çiyê
Bêhnek xweş tê ji rûyê erdê
û ji kaxizên Welatekî Nuh
-Yeni ülke-
Mîna bêhna gul û beybûnan

Zarok û mezin bi lez û bez in
Berî ku panzêrên dijmin û Hizb-î Qontra
Bigirin qoziyan
Divê em birêsin rojeva demê

Da zarok serbixwe vexwin jiyanê
Silavan bidin Mazlûm û EGîT
û bibin rêhevalên
Zekiye û Bêrîvanê

Adar 1997/Ordî
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.