Ana Sayfa › Şiirler › Rastî
✍️
ŞİİR

Rastî

Ferhadê Içmo
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Rastî

Ez ji roja, tenê îro,
xwe dibînim
weke hêka, li rastê...
ne min doste,ne min yare,
ne min ware
ne mizgînek, ji dostê...
topê êşa, wek cawfiroş,
va dipîvim
bi tilya û bi histê...
çima îro, her tuşt bi min,
reş û zere
kanî sozên, xuristê...

Ne zendîme, ne mirîme,
ez rêwîme
di navbera, vir û wir...
rewanê min, di gel peyvê,
penabere
rastî ket’ye, bin kevir...
rêça durist, rimek tûje,
nazîvire
li buhirê, ji agir...
hê ji mêj de, rastiya rût,
xwediyê xwe
davê rêza, ê gawir...

Cendî rastî, bi min xweşbe,
lê bi hinka
tale wekî, zilindar...
hek bi xwere,ez ne rastbim,
şerme rokê
ez dev bavêm ê neyar...
bi derewên, pûç û vala,
li baxê me
nabî mêvan, yek bihar...
tovê derwa, çendî pirbe,
serî nade
hox dimîne, tev beyar...

Li paş ewra, rastî jar û
şermezare
îro maye, nependî...
xweş xuyaye,rastgo temen,
derbasdike
bi jiyanek, revendî...
bi derewên, xemilandî,
heta dawî
kes namîne, Efendî...
gotina rast, xwediyê xwe,
piştî jînê
davê rêza ê zendî...

rastî jîne, jîn birîne,
hês’r û xwîne
qîr û hewar, man girtî...
hin dixwazin,dengê rastyê
windabikin
li nav derwa, bi xurtî...
li vê jînê, rastî xewnek,
pir kevnare
tê veşartin, bi sertî...
rastî çiye. ka li kuye.
bê xwediye
îro maye, veşirtî!..

1.3.1999
*Kovara Jîn, hj: 42, 2000, şam.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.