Ana Sayfa › Şiirler › Beranê Qerqaş
✍️
ŞİİR

Beranê Qerqaş

Fêrîkê Ûsiv
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Beranê Qerqaş

"Qaş, qaş, qaş-qaş...",
Ka beranê qerqaş?

çi xweş bû wan çola,
Ser derav û gola,
Berx diketin kêşê,
Qaşo dida pêşyê
û tewil digirt li sirt,
Berxa dorê digirt
Mîna hîv û siteyr,
Ez lê hewas û heyr...

û koloyê renghîv
Hey min dibû teglîf.
Min qewiz dikir once,
Simlê genim û ceh,
Li ber digirt, wî zû
Leber dikir diçû.

Yan wexta min cara
Qerxman dida ber ba,
Ew dihate bi rev
û me dixar tev hev...
û min digo: - Hirr tel,
Herdu guhê wî bel,

Dihate min bê tirs,
û çevada hê pirs,
Wekî "rast, yan qestî?"
Bengizê min guhastî
Wî fem dikir yekcar
û guh danîne xar

Mîna guhê tariş,
Dêmek eme bariş,
Hev ne xayîn, dijmin...
Ew dûr diket ji min...

û hê diçe, diçe,
Hê ez divêm - çeçe,
Qaş, qaş, qaş-qaş...
Ka beranê qerqaş?"
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.