Ana Sayfa › Şiirler › Sidûrî
✍️
ŞİİR

Sidûrî

Fewzî Bîlge
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Sidûrî

Şerabeke sor li ser maçeke sek bide min Sidûrî
Tu dizanî
Kengî ku bêriya te bikim marmarokan radimûsim

Fobiyên Gilgamêş’î mayînde
Yên min di sibatokên dîn de gewî bûne
Xwe ji min re hilîne
Gava ku şev hişyar bibe
Min ji hobiyên xwe biwelidîne

Ka melodiyeke zipzurne bihîre
Senfoniyeke ji pêlên Dîjleyê
Min li xwe sor bike
Sormest bim xwe radimûsim
Heger serbest bim
Weke şerabeke sor ez ê te jî vexwim

Koroya bajarê yezdanan ji tivîlkên lal
Parsûyên gumgumoka min kirine xêr û xêrat
Ka
Ka tu yê neçûya
Bi morîkên tizbiyan
Bi serê tiliyan te yê bihejmarta
Her înî
Em ê bi hevdu re sermest
Bi hevdu re serbest bûbûna Sidûrî
Tu nehatî

*Ji pirtûka wî "Têbînîyên Bajarekî Wêran"
**Bi destûra helbestvanî ye
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.