Ana Sayfa › Şiirler › Keservedana Pêncî û Yekemîn
✍️
ŞİİR

Keservedana Pêncî û Yekemîn

Fewzî Bîlge
Sevgi👁 1.004 etkileşimEdebiyat
✍️

Keservedana Pêncî û Yekemîn

Dirûşm demode kirine meşên me
Li ciyê zarokatiya xwe lê veşartine
Eşqên me
Ne çiya qul kirine
Û ne çol derbas kirine
Çiya em
Çol li ba me tune ye
Te xwe hîn serbest nekiriye
Weke dilê xwişka şervanekî di şer de
lê dide dilê te
Lêvên paceya xwe radimûsim ji kerba te

*Ji pirtûka wî "Antolojîya Tenêtîyê"
**Bi destûra helbestvanî ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.