Ana Sayfa › Şiirler › Dara Azadiyê
✍️
ŞİİR

Dara Azadiyê

Girê Dersilê
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Dara Azadiyê

Li Fîsê tovê darê reşand in
Rehên darê zinar qelişandin
Xurt bûn ax û kevir firisand in
Tovvanên tovê darê karker bûn

Av dan tavê lêxist baran barî
Bihurîn rojên xweş şevên tarî
Bi rûyê erdê ket bi dijwar î
Avdêrên dar û devî karker bûn

Bilind bû pel û şax û gulî da
Bilbila dengxweş hat hêlîn lêda
şalûla rengxweş hat serî lêda
Li bin siyê raketî karker bûn

Rehek stûr dirêj bû heta Amed
Rehek kemilî berî da serhed
Rehên din belav li welatê Med
Pêşengên şoreşgeran karker bûn

Rehek jî gihîştibû nav Botan
Serî dabû li ser gir û qotan
Bû dar û sîdar bo keç û xortan
Rêzanên keç û xortan karker bûn

Rehek rê vekir gihîşte Zagroz
Xurt û şît bû,guh nedida bahoz
Pir xweş dixemilya ji bo Newroz
Pîrozkiroxên wê jî karker bûn

Rehek bi dengê bilind çû şengal
Bi movikan xemiland bejn û bal
Hatin siya wê çend şêr û şepal
Rêşanên xurt û hêja karker bûn

Rehek serî da li Herekolê
Rewşa çem û gulî li ser golê
Pela wê bo çaroxan wek zolê
Di binî de rawestî karker bûn

Rehek bi xurtî gihîşt Gebarê
Egît li gel wê daketî xwarê
Diket cengê sibê ta êvarê
Di şer de bi bore bor karker bûn

Dara azadî rewşa daristan
Dilxweş bûn şehîdên li goristan
şax û ber li her alî Kurdistan
Cenan û avdêrên wê karker bûn
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.