Ana Sayfa › Şiirler › ‘Esa û Qametim
✍️
ŞİİR

‘Esa û Qametim

Hacî Qadirê Koyî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

‘Esa û Qametim

‘Esa û qametim tîr û kewan e
Ke çî dill talîbî rewtî kewan e

Eger cem’î weku ‘eqdî sureyya
Perêşanit dekem wek heftewane

Heta key herweha şeqqey simit dê
Xem û xussey cîhan barî giran e

Didan û mûy serî wek kuhne pîran
Nîşaney daweşan û hellweran e

Cewanî wek ciwanî kewte dawî
Lixawî rîşî ye, zînî rewan e

Be ser çû xettî sebzî, mirjde ey dill
Demî dirwêneye û xerman û dan e

Ewî xoşim dewê mîslim nedîwe
Be xeyrez xoy le jêr em asmane

Le beynî zullf û xall û nûnî ebro
Be elfî qametî canî cîhan e

Le herdû lamewe zullfî du lane
Esîrî kirdim û bê aşyan e

Le Roma ger meta’ê bê tema’î
Be xorrayî biden hêşta giran e

Ebûzer malîkî dinyay e lêre,
Ewî xazîy heye sahêb qiran e

Eger tuccarî Hacî pare bêne
Meta’e nêk û bed, dinya dukan e

Le bo ‘uqba bizane kam be kell dê
Eto muxtarî êsta lem mîyan e
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.