Ana Sayfa › Şiirler › Umêdî Weslî Tom Zanî
✍️
ŞİİR

Umêdî Weslî Tom Zanî

Hacî Qadirê Koyî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Umêdî Weslî Tom Zanî

Umêdî weslî tom zanî nîşaney bênîşanî bû
Ewey êmey firîb da îltîfatî ser zubanî bû

Le ser Tûrî ruxt Mûsa ke Fîre’wnî xetî la da
Le sîrrî zarî toy pirsî cewabî len teranî bû

Eger Mûsa û Dara bî le dinya behrewer nabî
Dezanî mensebî herdû şiwanî û aşewanî bû

Le sayey lêw û dinidanî le ber çawim nema şanî
Eger le’lî yemanî bû, weger ellmasî kanî bû

Meger bîstûyetî xettit le nêw çahî zenexdanit
Esîrî Yûsif e boye nizûlî karwanî bû

Ewî to hetbû û min nembû qerar û sebr û ‘îzzet bû
Ewî min hembû to netbû wefa û mîhrebanî bû

Zemanî hall û sermayey bed û nîkit nebû kellkî
Le musteqbel billê Hacî le mazî da zemanî bû
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.