Ana Sayfa › Şiirler › Milkê Bavê
✍️
ŞİİR

Milkê Bavê

Hamid Omerî
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Milkê Bavê

ez ji milkê xwe derketim
halbûkî min digo ezê li vir dilê xwe li wê vekim
ezê li vir bibim bavê porxeleka xwe

ez ji milkê xwe derbûm
qaşo min digo ezê ji wê mesîlê wekî tîrekê xwe bigihînim bermaliya xwe

ez ji milkê xwe şiverê bûm
kenehû min digo ezê li vir rî û simbêlan spî bikim
ezê li vir her êvar bi kîsikekê vegerim kebaniya xwe

ez ji milkê bavê xwe teriqîm
xwedêgiravî min digo heta kulîlk vekin li ber paceyê
ezê vegerim di ser behrekê re ji vê xerîb û xurbetê

vêga li xerîb û xurbetê
bi hisreta konê kurmancî
dîwarekî qewî lêdikim heta xwe bigihîne min emrê xwedê

*Şînşem, Hamid Omerî, r: 64, Weşanxaneya Avesta, 2021
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.