Ana Sayfa › Şiirler › Ez û Kolanên Bajarekî Bêbext
✍️
ŞİİR

Ez û Kolanên Bajarekî Bêbext

Hemîd Dilbihar
Duygusal👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ez û Kolanên Bajarekî Bêbext

Nizanim
Ev bajar
Bo çi evqas bêbext bûye?!..

Ez bûm rêvingekî hez û evînê
Ji evîna te,
Ketim ser kolanên bajarekî dilhetikî
Bajarekî rûreş û bêbext
Bi her du lingên xwe
Yên çiyadîtî;

Min careke din dît
Bi wan her du çavên bi te evîndar
Evîn ketiye nava dest û lepên evînkuja
Li van kolanên bêhest û ronahî
û
Li ber sekeratê ye niha ew;
Min dît
Di awirên wan mirovan de
Serê evînê tê jêkirin,
Cerg û dilê baweriyan
Tê parçekirin,
Dikeve ber devê satûrên xeyalkuj
Hêvî û xweziyên heyatperestan,

Min ne guh da
Rûreşiya wan bêrûyan
Ne jî bedena wan
Ya bêdil û giyan,

Ez bûm agirekî sorgevez
Xwe aland guriya min
Li bedena zilmê,
Xwe li dilê zaliman da
Bizotên awirên min,
Dorpêç kir xweliya min
Her çar dor û milên wan
Li ber hilma xwe,
Fetisandin dûkêla min ew
Mîna babelîskên bênav û nîşan!..
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.