Ana Sayfa › Şiirler › Bêdengî û Axînên Tarîtiyê Behsa Leylayê Dikin
✍️
ŞİİR

Bêdengî û Axînên Tarîtiyê Behsa Leylayê Dikin

Husein Muhammed
Sevgi👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Bêdengî û Axînên Tarîtiyê Behsa Leylayê Dikin

Pêjnên bêdengiyê,
axînên tarîtiyê.

çendî bi tenê bim.
pirrtir ji min re tê peyivîn.
Mirrîna dirrindeyan li hingura êvarê,
axîna bayî li hilhatina rojê,
nalîna xîzî li kela nîvro...

Hemû bo min behsa Leylayê dikin,
behsa evîn û janê dikin.

Dengûdora mirovan
dengên bêdengiyê difetisînin.

Ne hewceyî mirovan im.
Orrîna şêran ji evîna Leylayê ye,
mirrîna pilingan ji bêrîkirinê ye,
çeqel jihalçûyî dikenin,
mar navê Leylayê li xîzî dixuşînin.
Ew bo min basa evînê dikin,
hemî pesna navê Leylayê didin.

Tevî birayên xwe yên kovî dibim,
hewara evîna xwe bilind dikim,
bi zimanê birayên xwe,
bi dengê birayên xwe, li gel wan.

Leyla-aa-aaa!

û bêdengiya çolê banga min dibîze.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.