Ana Sayfa › Şiirler › Bedewê û Nêçîrvanê
✍️
ŞİİR

Bedewê û Nêçîrvanê

I. Bêrîvan Celalî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Bedewê û Nêçîrvanê

"Bedewiya ûşt û armanca her tiştî ye!"
Elisabeth a Awustirî

Xwedayo,
Xweşxwaz li hewşa xwezayê çi xweş in,
Xweşbêhna binefşa xapiyayî,
wekî planorê,
dilxwestin di bilindahiyên hewayî de difirînin,
xeyalan digihîne nav nefelên çarpelî,

bi rûyê nûrdar a diranfîlrengî
wekî ximşe xezalan

xwe bi çek dike,
amade dibe,
li xwe dike
dawênê bitentenê kûrîşkî
nîşana meyatiyê ye,
kembera zerînî li navtengê
lê tê!

şadûman
xweşhalan e
xwe ba dide
waqwirman
dibe
way çi delal e
wekî hîva çilwilî
li aweneyê şiklê sihêr periyê
wûçan digire
her du yaqûtan
wehşiyane dibriqin
zibayê çav bedewê
letîf û naz
ji textê dilberiyê tê,
rêbera dînê evînê,
dikeve cengê,
dibe

neçîrvana dilan

*Bi destûra helbestvanê ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.