Ana Sayfa › Şiirler › Bircên Giyana Min
✍️
ŞİİR

Bircên Giyana Min

Îlhamî Ozer
Helbest👁 1.003 etkileşimEdebiyat
✍️

Bircên Giyana Min

çi ax, çi gûr
Tew tiştek qasî hiş birçî nîn e
Raza vî reqesek grîng e
çiqas dide, ev qas distîne

çi stêrk, çi ezman
Tew tiştek qasî çav mezin nîn e
Li çi binêre, zû zû bîr nake
Lê tû car xwe nabîne

çi morî çi mêş.
Tew tiştek qasî dil kedkar nîn e
Ew serbajarê jiyanê yê
Karker û cotkar nîn e
çi şûr çi kêr
Tew tiştek qasî ziman tûj nîn e
Her wekî birîna wê kûr e
Lê mar, sîxûr û birakûj nîn e

çi hingiv çi şekir
Tew tiştek qasî can şêrîn nîn e
Lê ew çêj di nava mirinê de veşartiye
Bê pakrewanan kes nikare wê bibişirîne

çi dar çi kevir
Tew tiştek qasî mirinê tenê nîn e
Dema destê xwe ji me dişo
çi dikûlime, çi digrî, çi dikene

çi kîn çi jehr
Tew tiştek qasî tariyê qirêj nîn e
Ew kortiyê, si`yê qîr e
Mîna ronahiyê fireh û bi çêj nîn e

çi dirav çi zêr
Tew tiştek qasî ronahiyê bi rûmet nîn e
çavkaniya wê rehjenên rojê yê
Mîna Dîcle û Ferat a bê kek û et nîn e.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.