Ana Sayfa › Şiirler › Ew Dergayem Lê Bikenewe
✍️
ŞİİR

Ew Dergayem Lê Bikenewe

Karwan Osman
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ew Dergayem Lê Bikenewe

Ew dergayem lê bikenewe
çawim sewzayî xoş ewê
ta dwa radey helqirçandin
Pêstim hetawî pêwîste
Kolê rojî pirr azare
Destî rêzim nenawete nêwan
Destî nerm û şilî gîtarekem
Ew dergayem lê bikenewe
Ba piruşey nobere befrêkî tirîş
Lêm bibarê û îtir ziwîrî bê sinurîm bikem
Ba bisutêm, be biruskey hewrêkî şarekem
Ba hest be nazdarîm nekem
Ba dewrim qerebalix nebê û ciwan nebmewe
Tika dekem, tika dekem
Hezî xome ew dergayem lê bikenewe
Min le nêw êwe da tenyam
Êwe nebin, hebin çiye?
Pirçî spî gîtarekem
Hênd dirêj bû sudî çiye?
Gerûm helawtan neçêjê
çi heyranêk hawserîtî dekaw?
Minîş nebim kê goranîtan bo dellê?
Tika ekem bo dwayin car pêtan ellêm
Ger satêk xwatan nasîbê
Tikay bêbakekan sexte û
Ew dergayem lê bikenewe û
Wek min rencam ba xwatan lê nerrencê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.