Ana Sayfa › Şiirler › Bendêmayîn
✍️
ŞİİR

Bendêmayîn

Kemal Necîm
Helbest👁 1.004 etkileşimEdebiyat
✍️

Bendêmayîn

Nizanim wê kîjan cejna te
Careke din
pêrgî helbesta min bê
lê eger hat..!! û te
li şûna hevdîtina yekemîn
ji blî
bayê û xweliya danênn şewitî
ti helbest nedîtin...
eger hat..!! û te
ji bilî laşekî û pêjna
mirineke kevin
ti cejn nedîtin
wê ji te re bêjin:

....." ewê ku cejna te
li helbesta wî
digere,
helbesta xwe ya dawî
di şûşeyên berbangê de
şikandin.
hemû pirtûkên pîroz
di sûndekê de şewitandin
û
artêşa xwedayên
şikestî
- poşman-
Ji ber dergehê mizgeftên xwe
vegerandin.
………

Êdî ne helbest,
Ne nimêja li ber lingê
xwedayên şikestî
Têra libendêmayîna cejna te
dikirin!!...."
.......
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.