Ana Sayfa › Şiirler › Ew Helbest
✍️
ŞİİR

Ew Helbest

Kemal Necîm
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ew Helbest

Ew helbestên ku min
ji çavên te dizîbûn,
Her êvar
Dema ku tu
ramanên xweyî fedyok
li tariyê di pêçê,
Dema ku
ken
di bawişkîna xewê de
li ser çavên te
Xilmaş dibê,
û tu û tenahiyê
di hembêza
xewnên bê guneh
yên ciwaniyê de
radizin.
Wê demê,
ew helbestên ku min
ji çavên te dizîbûn,
yeko yeko
Bêyî ku xatir
ji min bixwazin
hêstirên xwe dişon
biskên xwe dihûnin
û stêr bi stêr
Ji tenahiya min re
li çavên te
digerin.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.