Ana Sayfa › Şiirler › Bişo Carek Evî Qelbî
✍️
ŞİİR

Bişo Carek Evî Qelbî

M. Zahir Ertekin
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Bişo Carek Evî Qelbî

Were ey şahidê şêrîn ji eşqa te dil êxsîr in
Dilê mehzûn kefaret bêt ke êm şeb taze mihman têt
Elî Herîrî

Were saqî bişo dilî
Bişo dilî ji bêdilî
Neçe bal ên kêm‘aqilî
Bişo dilê’x ji vê zengê

Here bik’ve nava mêran
Weke zana û ‘arifan
Hercar herwext û her deman
Bişo qelbî ji vê zengê

Bişo qelbî ji zengar e
Bike tobe bike zar e
Nekev dinê wek gurê har e
Bişo qelbî ji vê zengê

Bişo carek evî qelbî
Evî qelb û evî zêrî
Bişo derda tevî kerbî
Bişo qelbî ji vê zengê

Bihare tu nekî derde
Nebî mexrûr nekî perde
Dest ji van awiran berde
Bişo qelbî ji vê zengê

Bişo carek evê nefsê
Evê nefsê evê neslê
Eger tu dixwazî weslê
Bişo carek evî qelbî

Heman weslan disotînim
Digel da’wê pêr dibînim
Bala xwe qet jê’r naînim
Bişo qelbî ji vê zengê

Dilo carek were ba min
Kerem ke di hewara min
Mirîme lew bê tirba min
Bişo qelbî ji vê zengê

Meger dinya pir xedar e
Tim bi şûr, tîr û mertal e
Li ser dilan gurê har e
Bişo qelbî ji vê zengê

Weke zahir dibînim te
Dilê hezîn digînim te
Wekî xwe ez dibînim te
Bişo qelbî ji vê zengê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.