Ana Sayfa › Şiirler › Em: Zarokên Hêvîyê
✍️
ŞİİR

Em: Zarokên Hêvîyê

M. Zahir Ertekin
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Em: Zarokên Hêvîyê

"hêvîyan bêhn dikin, tevlî maçîkirina baranê,
dar û berên me…"

ji hêvîyê çêbûye axa bircên me û
me ji tilîyên hêvîyê mêtîye jîyan
bi êş lê bi rûkenî
bi jan lê bi dilgeşî
bi kul lê bi şadî
em: ji baranê hatine û zarokên hêvîyê ne

hêvî mîna baranê
barîya li ser rûyên çavbelek û bêkenan
di şevên tarî de em li hêvîya hêvîyek bi baran bûn ji xwe
baranek e hêvîbar ku;
biweşîne ji dara reşistanê gunehan û
reşayîyan şil bike di nava zelalîya xwe de,
bihêre, bicû û valake nava ‘erdên çolenas
weke zelîxayê, fena keça sidîqê sadiq û mîna birca ‘esra bîstan…

rêzik rêzik hêvî dibare
bi berxwedaneke xweşbîn
şil dibin dar û berên ku ji zivistanan xwar bûne
zarok di binê heyveke bisî rûniştî,
û ruhên xwe ji baranê vekirine.
xem nîne dibêjin û dibêjin
mirin bi çi awayî û ji ku tê bila bê
lewra zanin ku wê kîjan mirinê bipîrozînin.
zarokên hêvîyê nagirîn/natirsin
qêrîna wan êdî nagihêje qata yekem jî
bila be
bila wisa bidom e

dibêjin:
di ruhê me de toz û xubar bes
êdî dewra hevaldostîya rojê ye ji me re

bila êdî şa bibin binevş, sosin û yasemîn
ji destên xwe bila bişon xubara kerpîçan

bi sonda bawerîyê emê xwe amade bikin ji bo we
ey heyveron, keskesor û galaksîya kakêşanî
êdî roja zarokên baranê û
azadîya dilê wan e.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.