Ana Sayfa › Şiirler › Ji Vê Êşê
✍️
ŞİİR

Ji Vê Êşê

M. Zahir Ertekin
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ji Vê Êşê

jîyan bi tevahî tal
gotin bi tevahî tarî
dev û diranên bêjeyan şikestî û li wan rastan pêxwas û bêxwedî
û ez bêjeyan dirêjim ji devê pênûsa newêrek
der barê jîyana xwe de…
weke demsalekê xwe girêdidim bi bêjeyên stûxwar
gunehê xwe bera stuyên wan didim

derbarê xwe de gotinên reş dinoşim
awiran diguvêşim ji nava rûpelên dirinde
bawerî û evîna xwe dipêçim, dikim nivişt û dixim stuyê qernên asûde
dikim kefen û li dora tabûta xwe dirêsim xeyalên xwe yî marpêvedayî
dev li xwe dikim, dilê xwe dieciqînim û
kapeka hundir didim der…
derîyê xewneke kûr li jîyaneke derew vedikim…
xwe bi vê jîyanê vedikim

tiştine kevn/kirêt dixim pê û dimeşim
jîyana min bi gilî û gazin…
di nava rûpelên behra mêjîyê xwe de
her ku diçe şev serkeftinên awarte bi dest dixe
şev weke şêrekî bi ser behra dilê min de tê
û ez
helbestvanekî zarok li hêvîya leyîstokên xwe…

rûpeleke nû û heyateke xweser
lê çawa
ji xemê hembêza min rizîyayî

xortanî di şevekê de kal bû
dem di şevekê de lal…

di vê şevê de ez bûm
yê ku şev dimêt ez bûm

yê ku hêsir didot
û yê ku eşq girêdida bi vê êşê… ez bûm
ez îşev ji vê êşê
kal bûm
dîn bûm
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.