Ana Sayfa › Şiirler › Karwan
✍️
ŞİİR

Karwan

M. Zahir Ertekin
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Karwan

Dengê min şewitî
Êdî pêkenok min nahewînin
Nema karim velezim di çavan de
Meş qedexeye êdî

Êş e barê karwan
Kadizê rêya xwe guherîye
Meh bûne sedsal
Sal tew navegerin

Mêşên hingivîn diaxivin
Dipirsin nalînên karwan
Dev ji xebatên xwe berdane
Hêstirên wan bûne hingiv

Diqede meşa karwan
Serencam li hev dicivin
Li derve mirin dizê bi dizî
Hew karim barê xwepirsînê hildim
Nikarim bi xwe bişêwirim êdî, nikarim

Lembeya qudretê leqîya
Şevê dev ji xwe berda
Dengê qînîzerê bi şevê ket
Karwan xwe li dilovanîyê pêça
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.