Ana Sayfa › Şiirler › Valahî
✍️
ŞİİR

Valahî

M. Zahir Ertekin
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Valahî

Ez nefesa Îsa
Meryema newala derdan
Bêjeyênmin
Ji payîza bêdawî hatine kirêkirin
Di paxila şevek sêwî
Avjenî dibin gunehên min
Qaqlîbazek birîndarim ez
Destêmin ne spîne û
Jibo ku hişbe ev qêrîna sêwî
Di valahîyê de digere çavênmin
Bi zulfênte daliqandîye ev ruh
Cardin jî têr nabe ji eşqê
Dilê natemir…

Ez nêçîrvanê dûpişkê demsala gemarok
Dengê zerîyayî
Bêhna rizîyayî
Xemên tevî mij û moranim
Îlon di kezebamin de diteqin
Di jîyana geravêde
Betilî, perîşan
Ahenga kemana nalîna paşîme
Tenêbûnek sedsaleyî
Sewtek ta’zî û
Kelemên herî bi istirî…
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.