Ana Sayfa › Şiirler › Destê Qudret
✍️
ŞİİR

Destê Qudret

Melayê Cizîrî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Destê Qudret

Destê qudret ko hilavêt ji bejna te niqab
Bi cemala ceberûtî me neman perde û hicab

Li gulên tey ter û nazik ko seher girtî xwinav
Di ebarîqê qinînan ji hesed şohtî gulab

`Eynê kafûrî ye meşreb me ji husna te ye şaf
Lew ji `işqa te di dil da me vebû `ilmê `ubab

Me ji ser çeşmeyê heywan qedehek şafî vexwar
Nagihî lezzet û zewqa me bi sed cildê kitab

Lew di çengê me dixwînî ko di `işqa te bi saz
Me bi bejna te dixwînin ney û qanûn û rebab

Qehweya telxê digel zehra helahil biderî
Me ji destê te mubarek şekeramêz e gulab

Qulzemê `işqê ji bayê xwe muxalif demekê
Di hemamatê `ecacê me li ser destê xirab

Seherê Xudrê `inayet ko birîn çeşmeyê dil
Bi cehanê me nezer da ko cehan `eyn-i serab

Bi hebabê mebe mexrûr wihe sergeşte Mela
Ba vi ber keftiye wê beyhude sergeşte hebab

We ye hudhud ji Seba bêt û bizanîn çi ye hal
Ko li halê me xerîban ne su`al û ne cewab

Herdu birhên te ne mihrab-i çi îman û çi kufr
Bûd û nabûd ko yek in ev çi sewab û çi `iqab

Were nîşanê Nişanî de xwe bêperde seher
Lê ji xwînê bike perhîz ko şehîdan çi hisab
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.