Ana Sayfa › Şiirler › Îd e û Herkes Ji Dîdara Te
✍️
ŞİİR

Îd e û Herkes Ji Dîdara Te

Melayê Cizîrî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Îd e û Herkes Ji Dîdara Te

`Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e `îd
Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil be`îd

Her seher dihnêrim ez cana bi ahan ra ji dil
Bareke l-barî bi-is`adin `eleyha yewme `îd

Dergehê lutfa te xanim ma li mehrûman vebî
Inne kelben başiten dehren zira`en bi-l-weşîd

Pîremerd im `aşiq im îro murada min bibexş
Ya hebîbî ya muradî ya muna qelbi l-murîd

Ferre `eqlî min lehîbî misle bazin ew `uqab
Zabe rûhî mislema inhelle fî narin celîd

Dem`u `eynî min buka`in mislu nehrin fî sukûb
Naru qelbî min xeramin fî diramin fi l-weqîd

Dil ji ber narê mecazê bi-l-heqîqet bû pereng
Naru qelbî fî hewahu mislu narin fi l-hedîd

Key xilaş ez dozexê hecrê tu ya bim ey ciwan
Her nefes dared şela û ne`reê hel min mezîd

Kî dizanit min ji rimbazan dema oxilme tên
Têne di sed rim ji wan û sîne tênê sed cerîd

Min ji şeffeynan ji nêva meqtelê rim têne dil
Lê li wan destan nihin xwîna xezaya ez şehîd

Mishefa husn û cemalê sûreta xal û xetan
Ma telewna xeyre herfi la we-Qur`anin mecîd

Gerçi her da`im ji mihrê neynika dilbedre min
Wek hilalê şubhê têm ez carinan bim napedîd

Ma bi le`lên canfeza navê me bînit carekê
Bi-d-du`a bellix teheyyatî li Selma ya berîd

Tu j’ Melayî her bipirs esrarê `işqê hel dikit
Vê mu`emmayê çi zanin sed mela û muste`îd

Er bi kuştin wer bi hiştin emr û fermana te bit
Ehmedu `ebdun reqîqun waqifun beyne l-`ebîd
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.