Ana Sayfa › Şiirler › Îro Ji Remza Dêmdurê (Dil)
✍️
ŞİİR

Îro Ji Remza Dêmdurê (Dil)

Melayê Cizîrî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Îro Ji Remza Dêmdurê (Dil)

îro ji remza dêmdurê
Minnet ko min mesrûr e dil
Dilber bi fincana surê
Mey da me û mexmûr e dil

Remzek nihîn avêhte dil
Mihrê ji batin mêhte dil
şehzadeyê sur rêhte dil
şehkaseya ferfûr e dil

Hostayê `işqê dil hevot
Ser ta qedem hingî disot
Remza »ene l-heq« her digot
Bawer bikin menşûr e dil

Dil lê bidit nûra meyê
Weqtê suwaş û heyheyê
Fehm er bikit wehya neyê
Jê dit xeber me`mûr e dil

Nûra ji qudret lê du nûn
Jê ra dinalin erxenûn
Wer ayeta `işqê bixûn
Xweş nusxeyek mestûr e dil

Tefsîra sirra ayetê
`Arif divêtin guh detê
Raza rumûzên qudretê
Ger deyn bikit me`zûr e dil

Dil ke`be ye mewla ye lê
Narê kelîm îsaye lê
Bangê »ene l-lah« daye lê
Hem Ke`be û hem tor e dil

sed co û sed cobar e tê
sed gulşen û gulzar e tê
çendan ji `işqê nar e tê
şafî nezer dî nûr e dil

suhbet ko kamil bû bi rê
Carek bi cayê `enberê
Qelbê biavê micmerê
Xweş`enber û kafûr e dil

şox û şepala leb ji qend
Ew nazika wê qenc û rend
Wê dil ji dil dilda û xwend
îro yeqîn fexfûr e dil

Er dil ji te mesrûr bitin
Min ji Melê destûr bitin
Dê kit cehan pir nûr bitin
Lê da`ima rencûr e dil
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.