Ana Sayfa › Şiirler › Latê Husn î û Şehê Xuban î
✍️
ŞİİR

Latê Husn î û Şehê Xuban î

Melayê Cizîrî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Latê Husn î û Şehê Xuban î

Latê husn î û şehê xuban î
Bi xwe hem xan î we hem xaqan î
Yûsifê sanî tu îro xanim
Ko bi husna xwe nedêrî sanî

Bi sur û heybet û sehmê xwe perî
Bi te şîn li butan sultan î
Bi tebilxaneyê şah î were text
Ko tu îro şehê Kurdistan î

Kagulê berde bi ser xal û xetan
Ko muselsel binumêt rîhan î
Ismê e`çem te divê çil ism î
Ji du herfan bi mu`emma zanî

çi berat bû we bi ser da kagul-i
çîn bi çîn mest bi tuxra ranî
Te çi hacet bi suleymaniyê husnê
Xatemek le`le bi gewher anî

çi xet eşkeste muselsel ya reb
Ko te pê nesix kirî dîwanî
Gerçî pirxal û nişan î emma
Bi Nişanî ko tu bênîşan î

Ey perî horisiriştê herçend
Bi beşer adem î û insan î
Surrê subhan te ji husnê dinumît
Ehsene l-lah ji sura subhanî

çi heddê `eql e qiyasê te kirit
Ev e burhan ko tu bêburhan î
Me temenna ji nesîm xakê rehê kir
Pê bikîn dîde û dil nûranî

Nefesek bê te me nayê bi l-lah
Ne tinê rûh î tu rûh û can î
sed hezaran ji te peykan di dil in
Lê li serwê me tinê derman î

Te birînên me kewand dîsa
Ji nû agir te li daxan danî
Te Mela pir di ceger gezme ne lew
We perîşan î we pirêşan î
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.