Ana Sayfa › Şiirler › Mizgîn Ji Me Ra
✍️
ŞİİR

Mizgîn Ji Me Ra

Melayê Cizîrî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Mizgîn Ji Me Ra

Mizgîn ji me ra bêt ji surşêrînê
Canê xwe yê şêrîn didirim mizgînê

Sed çîn di xwe da girtiye zulfa te bi çîn
şi`ra me û heq lew çû heta Maçînê

Neqşên felekan guh didirin vê nezmê
Tenha ne beşer her dikirin tehsînê

`Işqê ji xwidê da tu bixwazî jê ra
Ger dê li neyarek xwe bikî nefrînê

Yek secde tinê ferd e di dînê `işqê
Bin berqedê yarê di mecalê dînê

`Aşiq ko bi dil fatiheya `işqê xwand
Ayatê yeka yek dikirin amînê

Me ji le`lê lebê yarê xwe vexwar ava heyat
Exyar-i bila têk-i biçin darînê

Lazim bi xwe ayîneyê Rûhi l-qudus î tu
Lew kes nedîn horî bi vê ayîneyê

Caiz bi te min »heysu l-beşer« nisbet dan
Bihn û şefeq û nazikiya nisrînê

Ev rengê fesahet ji beşer sihrê helal
I`cazê beyan aniye ber tedwînê

Da nale û ahên me ji dil şeh bikirî
Wer guh bide hindavê serê balînê

Ferhad-i dizanit tu ji Perwîz-i mepirs
Etwarê xema `işq û sura şêrînê

Bê nuqte nehin daîre ihsan ke Mela
Dewwarê çi kit daîreya tekwînê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.