Ana Sayfa › Şiirler › Şahidê Qudsînişan Husn e
✍️
ŞİİR

Şahidê Qudsînişan Husn e

Melayê Cizîrî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Şahidê Qudsînişan Husn e

şahidê qudsînişan husn e ji remza ezel
Da me bi destê surê cama meya lemyezel

Mey ko biçit saxerê di destê wê dilberê
şondê bi xaliq dixwim roj e di Birca-hemel

Dêm-i di camê me dî sur di medamê me dî
Lew me ji meyxaneyê girtiye berder mezel

Her ji kevanê biweş qebdezerê goşereş
Gezme bi coht têne dil kes dimirit bêecel

Husn û sura şûretê kes didirit qudretê
Lew di eşil dûr e jê te`neyê »lemma efel«

Zorbe we têtin `ereb têk-i çevandin qeşeb
Qenc-i bi çehvan me dî ceng û cidala Cemel

şîr û riman vêk-i ran pence birin têk-i ran
Lew me dikin jêk-i ran qîme dikin dil digel

Nazik û qenca şepal dil vegerînit mehal
Lê ji me dê dil bibit dil bi me dit bi muhtemel

Neyşeker û dêmdurê da me bi destê surê
Cam û qedeh şubhê av lew me rewan tên xezel

Gerçi di çehvên »ena« `alem Mela kir fena
»Dûne fena babikum innehu `ebdun eqel«
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.