Ana Sayfa › Şiirler › Were Canim
✍️
ŞİİR

Were Canim

Melayê Cizîrî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Were Canim

Were canim ko çi nazikweres în
Ji gul û nesterînan em te bes în

Tu şehinşahê besî min ji butan
Ne muhib her ne kes û xar û xes în

Ji xweh xanim vedînakî me bi tîx
Tu nebat î we li teb`ê meges în

Her şevem ne`rezenan ta bi seher
Be segê koyê tu ra hemnefes în

Bê tu billah nebûyîn yek nefesek
Me tu yî rûh û mucerred qefes în

Cezbe dil radihejînit ji me lew
Di şevan nale ji rengê ceres în

Me ji zulfên di butan reştir e bext
Seheran tête perî pê nehisîn

Were meyxaneyê şahidperesan
şem`ê te er ne biêsîn çi kes în

Me ji narî diye nûra te di dil
Lew ji `işqa te her ateşperes în

`Eynê `işq în û di dil ateşê tor
Ji sena berqê cemalê qebes în

Te divê dawê birî bit nihe da
Bibirim ser bi du enguşt meqes în

Gerçi yekser li rexên fîl-i sifet
Rast û çep bazî li seyr-i feres în

Bi meyê şafî bidîn xerqeyê zerq
Bi xerabatê muxan er biresîn

Em qedîm bade dinoşîn ji tuhûr
Lew muqîm mest û xumar û teles în

Me şevan cam di kef û yarê di ber
Hey hey û suhbet û mîrê `eses în

Me sera perdeyê horan e meqam
Ji siya zulfê butan er verisîn

Qelbê e`yan dikirit hub we wucûd
`Işqê iksîr e we em sîm û mes în

Mulhimê xeybê weh imla dikirit
Meded û feydê ji rûhu l-qudus în

Cewherê `alî ye `unşur me Mela
Bi-l-heqîqet ne j’ xewar, estuqus în
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.