Ana Sayfa › Şiirler › Yarê Me Pir Nîşan û Sir
✍️
ŞİİR

Yarê Me Pir Nîşan û Sir

Melayê Cizîrî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Yarê Me Pir Nîşan û Sir

Yar-i me pir nîşan û sir sîma ji dur dêm kewkeb e
Ew lebşeker nazikbeşer cebhetseher kagulşeb e

Şebkagul e xalfilfil e çînsinbil e dava dil e
Min xefletî dî qibletî wek mah ditî -sa xebxeb e

Min dî bi xef suhbet bi def şahê Necef fincan di kef
Nûnên ji Yeng berdan xedeng wê pir ji teng şîrînleb e

D’anî zuhûr dêmê bi nûr xalên di hûr cama tehûr
Saqî werîn cama zerîn ew surşirîn cam meşreb e

Xal û xetê şoxqametê me ji vê kitê -b û destxetê
Herdem ji new dil feyd e ew ev `işq û sew -da mewheb e

Min bêqedar ev sir veşar `işqa xedar şohtî sitar
Mihra butan xal û xetan şendûqexan û meqleb e

Dêmê bixal ew nûn û dal ismê celal bejna şepal
Yekta elif nayê weşif min `eqlê tif -lî mezheb e

Hetta nemam salik temam şîrînkelam ma da me cam
Bê cehdê qet tên emr û xet herçi ko met -leb menşeb e

Dermande yim heyran te yim pîrane yim xweş bende yim
Zaza bi sir dil j’êm vekir derheq me pir erzan mebe

Bergên gulê ew misk e lê hûr hûr welê derheq Melê
Bêperde û xweşme`de û yekwe`de û pirşefqe be
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.