Ana Sayfa › Şiirler › 3 Mebhesul Sifatîl Sebetîl Qedîmetî (Sifatê Di Sebê Ezel Wî Hene)
✍️
ŞİİR

3 Mebhesul Sifatîl Sebetîl Qedîmetî (Sifatê Di Sebê Ezel Wî Hene)

Mele Xelîlê Sêrtî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

3 Mebhesul Sifatîl Sebetîl Qedîmetî (Sifatê Di Sebê Ezel Wî Hene)

Sifatê di seb`e ezel wî hene,
Ne `eynin ne xeyrin ne wek êt mene.

Heyate di gel `ilm û sem` û beser,
Iradet di gel qudreta xeyr û şer.

Murîde ji bo xeyr û şeran welê,
Riza wî tunîne bi şola nelê.

Ewê dî kelamê besîtê qedîm,
Hurûf û lûxet hedîsin ey hekîm.

Bi Qur`anê xeyrê wê mensûxî bûn,
Kemal û fedil bo me pê zêde bûn.

Heta ku qiyamet, dê herdu hebin,
Di `uqbayê xwendayê wê her hebin.

Sifatê kemaH hemî, Reb hene,
Sîmatê di neqsî ne mewcûdene.

Tu navan tu bêşer`î lê damene
Ji nehwîd û neh navê wî zêdene.

Ji ketma `edem, `alem anî wucûd,
Bi vî wechê ehsen, wî şahê Wedûd.

Tu me`dîim û hadis bizane ewî,
Heyûla tunîne ku `alem ji wê.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.