Ana Sayfa › Şiirler › 4 Mebhesul Melaîketî (Melaîk Ji Bo Wî Hene Bê Eded)
✍️
ŞİİR

4 Mebhesul Melaîketî (Melaîk Ji Bo Wî Hene Bê Eded)

Mele Xelîlê Sêrtî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

4 Mebhesul Melaîketî (Melaîk Ji Bo Wî Hene Bê Eded)

Melaîk ji bo wî hene bê `eded,
Mudamî îbadet dikin bê meded.

Hinek jê xewasin, welê heryekî,
Vibuhtî kirî ew ji bo şolekî.

`Enasir çiharin, ji wanin melek,
Wekî ins û cin, nûre qismê gelek.

Di wan û di me ax û cinan hewa,
Di şeytani nare, ewê bê newa.

Ne mêr û ne jin, bê xwer û vexwerin,
Li şiklan-i qadir bi çeng û perin.

Fena dê bibin ew biçin Cermetê,
Ji bo ehlê wêre bikin xizmetê.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.