Ana Sayfa › Şiirler › Ezîzan
✍️
ŞİİR

Ezîzan

Mistefa Begê Kurdî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ezîzan

‘Ezîzan! Min ewa royîm¹ le latan²
Le mezllûman billa çoll bê willatan

Ke êwen padişay lutf û ‘edallet
Be xwa heyfe bi rencên gedatan

Egerçî xak û xollî rehguzar im
Be serma xo guzer naka sipatan³

Were binwarre⁴ çawî pirr⁵ le xwênim
Be tefsîlat bibînin maceratan⁶

Ke min royîm Cehennem pirr meken lêm
Le min xallî meken koşk û seratan

Cefatan dam û kujtimtan⁷ be zarî
Nizûlî rehmet e cewr û cefatan

Îlahî min bibim rojê dused car
Be qurban! geda û padişatan

Mellên⁸ kellkî nebû royî Cehennem
Ser im qellxan e bo tîrî qezatan

Nesîmî koyî to xatir deka cem
Be boy turrey peşêwî paniyatan

Min im serkirdetan bo leşkirî xem
Detirsim min birrom bişkê sipatan

Eger sebr û eger dill bû, weger roh
Hemû royîn, çî ye îtir tematan⁹?

Seferman çunke rêy hat û nehat e
Du'aman bo biken êwew xudatan

Tikay¹⁰ Kurd! weha ye êwe car car
Biken yadî muhîbbî bê riyata

1 Royîm: Royîştim, rûniştim
2 Le latan: Li cem we, ii ba we
3 Sipatan: Leşker
4 Binwarre: Bibîne, binêre
5 Pirr: Tijî
6 Macera: Bûyer, serhatî
7 Kujtimtan: Hûn ez kuştim, we ez kuştim
8 Mellên: Nebêjin
9 Îtir tematan: Îdî hûn li bendê çi ne? Ango mebesta we çi ye
10 Tika: Rica, daxwaz

*Çavkanî: Hêmîn Omar
*Deşîfrasyon: R.Xendekî
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.