Ana Sayfa › Şiirler › Şerab û Nanî
✍️
ŞİİR

Şerab û Nanî

Mueyed Teyib
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Şerab û Nanî

yekemîn wîşîyê tirî
min çinî
yekemîn cama şerabê
min têkil
kê rezê min sot
kê cama min dernişîv kir
kê ev bîyabane hemî gewrîya min de kir?
eger ez mirim
bila mêweka tirî
li ser gorê min bikete girî
canê min bêrîya rondikên sor diket
yekemîn gulya genimî min dirî
yekemîn nan min avêt ser sêlê
kê agirê min vemirand
kê nana min revand
kê ev kulm ber min rakir
eger ez mirim
gulyeka genimî li porê min wer kin
bila çûçikên birsî dadene ser
canê min bêriya baskên azad diket

*Ji ber dengê wî hatiye deşîfrekirin
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.