Ana Sayfa › Şiirler › Îşev
✍️
ŞİİR

Îşev

Muhemed Îbrahîm Ceferî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Îşev

Îşev, min dengê kevokên xwe nîgar kir,
Min di nav dîwarên tevlihev da siha te nas kir,
Min stran stra.
Min bi dutareke pîr stran stra
û xêzên şînavî yên dengê hezkiriya min,
strana min ya westîyayî xemiland.
Min û te stran stra,
heya ku bêhna heyveronê gewr bû.
Min di nav nîgarên xwe da dengê te bihîst,
Hîvê di dirêjîya şevê da,
di nav çargoşeya kenê te da,
zaroktîya min nîgar dikir.
Xwezî baran bibare,
Xwezî baran bibare,
Bêhna sûwaxê awaza balindeyan rengîntir dike.

*Ji ber dengê wî hate wergerandin
**Ji farisî: Sabîr Ebdulahîzad
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.