Ana Sayfa › Şiirler › Dilê Penaber
✍️
ŞİİR

Dilê Penaber

Necat Zivingî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Dilê Penaber

keştiyek nema ku min ne sota
piştî berê xwe da rojavayê
min agir bi hemî welatan xist
xweliya wan jî da ber bayê
ji derve firehtir hundirek hebû
ku bi tu herf û gotinan nayê
dilê min teyrek bû tim bask lê dida
min digot di tu welatan hilnayê
hat li dilê te ew bû penaber
kir hêlina xwe û jê dernayê

*Bi destûra helbestvanî ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.