Ana Sayfa › Şiirler › Şêxa Minê
✍️
ŞİİR

Şêxa Minê

Qasimê Xelîlî
Helbest👁 1.004 etkileşimEdebiyat
✍️

Şêxa Minê

Dil veke yara minê
Wa bedewê wa jinê
Min bike mêhvan li dil
Hatime dilxwestinê

Hij te re ev hêstir e
Nav di dilî bistire
Wer bike derdan gulok
Min bide ber sohtinê

Dil bide ber agirî
Pê xweş e qet na girî
Êş ku ji destê te bê
Ser ser û çavê minê

Ka bike çavek li dil
Pê veke derdan bi kul
Lembe çira dil bi wê
Geş bike pêxistinê

Ezbeniyê xweşkelam
Awir bike ez xulam
Dil bixe nav cezbeyê
Wer bibe şêxa minê

Şêx kire cezbê dilî
Dil nedigo bettilî
Ma bikê Qaso gilî
Qey xem e bê kuştinê

Gewr çi dizanê bidê
Bade bi navê Xudê
Fir dikê dil mest dibê
Ka çi ye malê dinê

17.03.2017
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.