Ana Sayfa › Şiirler › Yarê Bêje
✍️
ŞİİR

Yarê Bêje

Qasimê Xelîlî
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Yarê Bêje

Ey yarê guh nede Memo
Li vî dil î sultan î tu
Textê dil yê te ye fermo
Zîna min rûh û can î tu
( Qaso )

Zîn tu zanî em yê hev in
Şehsuwarê xewnê hev in
Qaso d`raçîne reştevin
Ger guh bidyî xusran î tu
( Mem )

Ezgoriyê ez wek pero
Dil radixim bo te hero
Bêje Memo xwelîlsero
Wek Bekoyê Ewan î tu
( Qaso )

Textê dil min kir bo te lîs
Wer lê rûne dildara sîs
Ji davên Qasoyê herîs
Sund dixwum bê goman î tu
( Mem )

Mem daye ber fê`l û fena
Rindê ji wî re bêje na
Qaso xelat e j`Rebbena
Lew laş im ez rewan î tu
( Qaso )

Qaso d`rêje peyvên qirêj
Ey nazika rûgelavêj
Em dildarê kevn û ji mêj
Gewram di dil buryan î tu
( Mem )

Yar bêje Mem ez gewher im
Mercan im hem zêrê zer im
Ji gotinên te re kerr im
Lew Qaso durr, arzan î tu
( Qaso )

Yar bê Qaso xêrnexwazo
Ez qumrî me û tu qazo
Xemkêşê min şibhê bazo
Ji vîn û eşq çi zanî tu
( Mem )

Bêje bazo bazde here
Bifire qet venegere
Bes in şi`rên Qaso j`me re
Pepûk ne helbestvan î tu
( Qaso )

Zîn bê Qaso ev çi rik e ?
Tu qalik î Mem dendik e
Şa`irê min ne hindik e
Ew agir be , dûxan î tu
( Mem )

27.10.2017
Dîlok, Stembol
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.