Ana Sayfa › Şiirler › Şair Hene
✍️
ŞİİR

Şair Hene

Receb Dildar
Sevgi👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Şair Hene

şair hene Xwedayî ne, bi dû dil û eşqa Feqî ketine
şair hene dinyevî ne, bi dû bertîl û pereyan ketine

şair hene zîndanî ne, şopên brînên celadan vedişêr in
şair hene navmalî ne, li ser dikên mîran piling û şêr in.

şair hene ew dilxweş in, bi keziyên yarê her tim serxweş in
şair hene ew dilreş in, li dû dek û dolabên roma reş in.

şair hene dil bi jan in, her tim peyv û gotina rast dibêjin..
şair hene emirber in, bo du quruşan çar teqle davêjin

şair hene ew Dildar in, ji derdê axa welat brîndar in
şair hene ew guhdar in, piştê didin hêzên xurt, tûrikbar in.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.