Ana Sayfa › Şiirler › Rêwî
✍️
ŞİİR

Rêwî

Rêdûr Dîjle
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Rêwî

I.
berî ku ez biçim
guhan stewr, dinya ewr
û diya min di her qametê de
berê sijdeya xwe bide Gebarê
bibêje: lorî lorî
û mistek xar
di dergûşa min de bike gorî
li welatê şevşevokan
bi qedrê hesen
min kulmek şevehavên dizî ji wan

II.
di çerxa zemanî de
li ber bayê xezebê
berî ku ez hemû niviştên tirsê
bi ser kêleka çepê ve bifiridînim
bavê min destê xwe di serê min da
çeqelîkek bi stûyê min vekir
û bi temmiya;
niviştokên bêqidoş in zêmar
oxir be, rêwiyê sayiyê.
biharên welatekî
li ser milên min kesidand.

III.
êvara înekê di cizûya dawî de
bablîsokeke bêwext
yek bi yek bêjeyên te alastin
ji hezaza awirên te hinek bêrî
li keviyên dilê te qor kirin gorî
ne fitr,
lê te zikat dabû
li rêya vî welatî.

*Bi destûra helbestvanî ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.