Ana Sayfa › Şiirler › Xeberoşka Zarokên Dergûşesmer
✍️
ŞİİR

Xeberoşka Zarokên Dergûşesmer

Rêdûr Dîjle
Helbest👁 1.005 etkileşimEdebiyat
✍️

Xeberoşka Zarokên Dergûşesmer

1. (yek) di sireke zemherî hemû newayên min hatin dizîn
2. (dudo) stranên min keremkotî, hêmayên min bî
3. (sisê) bêyî xatirxwazî rengê jîyanê li min zuhumî
4. (çar) tevî gorîyên xwe, min biharên xwe di qutîya barûdekê li payîzan pêça û çûm…

guh mede Homeros, La Fontaine ji ku dizane!:
xeberoşka zarokên dergûşesmer e ev,
ji kod û şîfreyan, rît û mîtûelan
safî û xalî,
ji realîzmê realîstir, ji Kerbelayê kerbelatir
belkî jî tam şi’ra vî welatî,
ji lorikan ber bi şirqîna şûran
….
we go, ê…?
-êêê…

şirq şirq
şirq

tep tep
tep

rep rep
rep

gum….
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.