Ana Sayfa › Şiirler › Gunehê Min Sivik Nabe
✍️
ŞİİR

Gunehê Min Sivik Nabe

Roza Metîna
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Gunehê Min Sivik Nabe

li min helal neke
qurta êşa ji lêvên terikî dihat vexwarin
loma xwe navêjim dawa te
û pesnê xeyalên li xwe poşman bûne venadim.
ji awirên mizur ên di bin axeke sar de
hatiye jibîrkirin jî gazinan nakim.
tenê hêsirên li rêya revê digerin, ji ser guliyên min
xwêdanek cemidî ji nav qolincên min diherike.
dizanim bi bêhna axa şil a dilê min miz dide
gunehê min sivik nabe.

*Ji pirtûka wê "Tilîya Qereqûçkê" r: 17
*Bi destûra helbestvanê ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.