Ana Sayfa › Şiirler › Bilûra Kerr
✍️
ŞİİR

Bilûra Kerr

Sebrî Vural
Helbest👁 1.003 etkileşimEdebiyat
✍️

Bilûra Kerr

Li rûbarekî çavșîn
Li ser delavên bîranînan
Birînan av didim
Bi rondikên helbesteke çavkul
Li geliyekî hênik
Difirkînim pișta dilen xûz
Demek devgirrêz,
Dixerritîne devê birînên sindoqên bûkan.
Qîrrînên hewarê bi kûzekûz,
Li gewriya! Bilûran diengirî.
Reqsokbûn, kenê bûkanî
Hinnê li kefa destan çavvekirî diçûn.
Kilê sibhanî di kildankan de,
Dest bi xwarina mi(jan)kê xwe dikir.
Bi gavên çogerî pêrgî te dihatim,
Lê dîsa min tu nedîtî.
Hilî ye șopa bayê bêjî,
Bi zimanên xerdelî û yên du neçel
Dialêse rûyên stêrkên sêwî
Di wê kêlîkê de kenên termekî ciwan,
Vediçîrrikî li ser dawa șevê, a bi xwîn û gemarî
Berbû sînorên xemgîn
Qîrrîn di gewriya! Bilûra kerr de,
Hefskirî ....dima.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.