Ana Sayfa › Şiirler › Tim Dinalim û Dikalim
✍️
ŞİİR

Tim Dinalim û Dikalim

Selahedînê Gimgimî
Sevgi👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Tim Dinalim û Dikalim

Tim dinalim û dikalim zarezar wek bulbulan
Ferqa min wê ew li ser gul ez ji ber derd û kulan

Ew di baxê wesletê da, ez di narê firqetê
Mame her tim ez disojim, diqelim tême kelan

Ger çi ew jar û ze‘îf e lê li ser halekî tim
Ji şewat û pêtiyê ez roj bi roj tême helan

Ew dikare derdê xwe bêje dilî derman bike
Ez nikarim bêjim her wek perperoka bêziman

Dilbera! Ger tu dixwazî ku bibînî derdê min
Dê ji te ra welgerînim yeka yek qatê xeman

Dergehê dil ger vekim dê tê bibînî tijî ye
Ji çeşîdê sitrî û vîtê û new‘ê keleman

J'alekî ez bulbul im j'alê dinê perwane me
Geh dinalim geh disojim bê his û zar û ziman

Tim dizarim tim dinalim dikelim wek germeav
Kes tune carek bike rehmê li min hey el-eman

Qelbê min wek agirê Nemrûd ji xo ra hil dibe
Tû yî Îbrahîm di nava bax û bustan bêguman

Gemiya ‘eqlî hilanî bayê ah û pêlê xem
Ez ditirsim li zinarê ‘edemê xe her zeman

*Wezn: Fa'ilatun / Fa'ilatun / Fa‘ilatun / Fa'ilun
*Ji dîwana wî Derdê Welat, rr: 128-129, 2018, Nûbihar
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.