Ana Sayfa › Şiirler › Haydaniya Dawetekê
✍️
ŞİİR

Haydaniya Dawetekê

Selamî Esen
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Haydaniya Dawetekê

(îşev hemû qetxepêl haydanê daweta çûyîna min in)
bila çarşemên xwe bikin şerbet
îniyên xwe bikin xêlî
bazarên xwe bikin şîranî
lê ‘din, lê ‘din, xweş lê ‘din
bila komîdîna min bibe dihol
bedîlkurtiya min bibe zirne
-mîrê ribabê kuştin, nîn e ribab-
bila bi çîrokan zîtikan bidin
bi meseleyan firîskan bidin
ne hewce ye hûn destên min hine jî bikin
/heke -nîskirek be jî- serê min sor bibe
xêra xudê nanê genim e/

bila hemam tijî amûrên afrodîzyakî bin
bila quşxane bi qasî kemaxan pehn bin
-sîtil ji we û bavê we zêde ne-
bixwin, bixwin, xwe têr ‘kin
îşev xudê daye we
bila ronahiya seyarê sor be
bila maseya min bibe qelasên rûniştinê
bila pirtûkên pîroz di pêş min re herin
erebeya min a bêehliyet darbest e
bûk qeder e, zava îşev ez im!
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.